Amed (Rûdaw) – Komeleya Mafê Mirovan a Amedê di derbarê binpêkirinên mafên zarokan de ragihand ku berpirsiyarê sereke dewlet e. Ji ber dewlet ji bo ku zarokan biparêze nakeve nav hewleke teybet û hêzên dewletê jî bêpirsiyar tevdigerin.
Komeleya Mafê Mirovan a Amedê di derbarê binpêkirinên mafên zarokan ên di 2014an de daxuyaniyeke da çapemeniyê û amaje kir ku dema ew lêkolînê li ser binpêkirinên mafên zarokan de dikin xuya dibe ku berpirsiyarê sereke dewlet e. Ji ber dewlet ji bo ku zarokan biparêze nakeve nav hewleke teybet û hêzên dewletê jî bêpirsiyar tevdigerin.
Endamê Komîsyona zarokan ê Komeleya Mafê Mirovan ê Amedê Mahsûm Suer amaje kir ku di sala 2014 de li Bakûrê Kurdistanê 4 zarok ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hatine kuştin. Di heman demê de di xwepêşandanan de 444 zarok hatine binçavkirin û ji van jî 106 zarok hatine girtin. Di nav zarokên ku hatine girtin de jî 6 zarok rastî êşkence û mudaxaleya na baş hatine.
Komeleyê da zanîn ku di sala borî de 2082 bûyerên binpêkirinên mafên zarokan çêbune.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse