Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tedbîrên Coronayê tên sistkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qedexe û tedbîrên ku ji ber Coronayê hatine ragihandin ji meha Adarê ve têne sistkirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh piştî civîna kabîneyê daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê qedexeyên Coronayê qonax bi qonax rakin.
Li gorî daxuyaniya Erdogan, bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê li gorî metirsiya Coronayê bi ser kategoriyên cuda de bêne dabeşkirin. Metirsiya kêm, navincî, zêde û gelekî zêde û li gorî rewşa Coronayê ya li wan bajaran û derzîkirina xelkê li dijî wê vîrusê, qedexeya derketina derve wê qonax bi qonax bê rakirin.
Li ser vekirina xwaringeh, kafeterya û baran jî di rojên pêş de wê nexşerêyek li gorî rewşê bê eşkerekirin û proseya perwerdeya rû bi rû jî berdewam be.
Di derbarê proseya derzîkirinê de jî Erdogan diyar kir ku heta niha 5 milyon û 700 kes hatine derzîkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 30ê mijdara sala borî ve nava hefteyê ji saet 9ê şevê heta 5ê sibehê û dawiya hefteyan jî bi temamî derketina derve qedexe ye û kafeterya girtî ne û xwaringeh bi şêweyê servîsa pakêtan kar dikin. Xelk jî daxwaz dikin ev qedexe bêne rakirin.