Parlamentera DEM Partiyê: Destxetên Kurdî di nav yên Erebî de tên tomarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalpê pirsgirêkên di pêvajoyên tespîtkirin, parastin û dîjîtalkirina berhemên Kurdî yên destxet ên di envanterên giştî yên Tirkiyeyê de, anî rojeva parlamentoyê.
Gokalpê xwest ku ji bo lêkolîna îdiayên "îhmal, qest û cudakariyê" yên di pêvajoyên katalogkirin û vekirina berheman a ji bo lêkolîneran de, Lêkolîneke Parlamentoyê were destpêkirin.
"Destxetên Kurdî wekî Erebî tên hejmartin"
Di hinceta pêşniyarnameya ku pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hat kirin de, balê kişand ser kelepora dîrokî ya pirzimanî ya cografyaya Mezopotamya û Anadoluyê.
Gokalpê diyar kir ku Kurd bi kevneşopiya medreseyê û edebiyata klasîk yek ji hêmanên damezrîner ên vê keleporê ne.
Wê anî ziman ku ji ber ku piraniya berhemên Kurdî yên destxet bi alfabeya Erebî hatine nivîsandin, ev yek dibe sedema "polenkirineke şaş."
Di hincetê de hat gotin, "Ji ber ku alfabe û ziman wekî hev tên dîtin, gelek berhemên Kurdî di qeydên fermî de wekî 'Erebî' tên tomarkirin.
Ev rewş şaşiyeke cidî ye ku dibe sedem ku kevneşopiya nivîskî ya Kurdî di wêjeya akademîk û envantera fermî de kêm xuya bike."
"Hejmara rastîn gelekî zêdetir e"
Di pêşniyarnameyê de hat bibîranîn ku li Tirkiyeyê envantera giştî ya berhemên destxet nêzîkî 640 hezarî ye û balê kişand ser amarên nakok ên derbarê hejmara berhemên Kurdî de.
Hejmara berhemên Kurdî yên destxet ên di koleksiyonên giştî de demeke dirêj wekî 25, paşê jî wekî 79 hatibû eşkerekirin.
Lê tê zanîn ku di "Koleksiyona Şerqiyatê" ya di envantera Saziya Berhemên Destxet a Tirkiyeyê de 195 berhem hene ku piraniya wan bi Kurdî ne.
Her wiha hat diyarkirin ku koleksiyonên din jî hene ku li benda destûra katalogkirinê ne û tê texmînkirin ku di nav wan de nêzîkî 300-400 berhemên Kurdî hene.
"Ev ne derengiyeke burokratîk e"
Semra Çaglar Gokalpê diyar kir ku hin berhemên ku pêvajoya wan a katalogkirinê qediyaye, tevlî pergala dîjîtal nayên kirin û ji bo lêkolîneran girtî ne.
Gokalpê wiha got, "Astengkirina dîtina berhemên Kurdî yên destxet li dijî prensîba wekheviyê û pirrengiya çandî ye. Ev rewş tenê ne derengiyeke burokratîk e.”
Parlamentera DEM Partiyê tekez kir ku ji bo diyarkirina hejmara rastîn a berhemên Kurdî yên li Serokatiya Saziya Berhemên Destxet a Tirkiyeyê û pirtûkxaneyên girêdayî wê, rakirina astengiyên gihiştinê û lêkolîna îdiayên ihmalkariya sîstematîk, avakirina komîsyoneke lêkolînê ji bo "parastina mîrateya çandî" pêwîst e.