Rapora Komîsyonê bi piraniya dengan hat pejirandin
Hewlêr (Rûdaw) - Rapora 60 rûpelî ya ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû amadekirin, li komîsyonê bi 47 dangan hat qebûlkirin.
AK Partî, CHP, DEM Partî, MHP û Yeni Yolê dengê "Erê" da, TÎP û EMEPê dengê "Na" da. Endamekî jî dengê bêalî bi kar anî.
Pêşnûmerapora ku ji aliyê Komîsyona li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû avakirin ve dihat amadekirin, temam bû.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş metna hevpar wekî "Raporeke ku hiqûq û wîjdana raya giştî di navendê de digire û dûrî têgihîştina efûyê ye" nirxand.
Encama dengdanê
Rapor li Komîsyonê bi piraniya dangan hat qebûlkirin.
Numan Kurtulmuş encama dengdanê bi raya giştî re parve kir.
Kurtulmuş diyar kir ku rapor di komîsyonê de derbas bûye û got, "47 dengên qebûlkirinê, 2 dengên redkirinê hene, hevalekî me jî bêalî ma."
Di dengdana li Komîsyonê de helwesta partiyên siyasî jî zelal bû.
AK Partî, MHP, CHP, DEM Partî û Partiya Yeni Yolê di dengdanê de dengê "erê" da.
Parlamentera CHPyê Turkan Elçiyê dengê "bêalî" da.
Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik û Parlamenterê EMEPê Îskender Bayhan dengê "na" da.
Naveroka raporê
Rapora ku hatiye temamkirin ji 7 beşan pêk tê:
- Xebatên Komîsyonê
- Armancên bingehîn ên Komîsyonê
- Dîroka biratiya Tirk û Kurdan
- Analîzên kesên ku li Komîsyonê hatine guhdarîkirin
- Pêvajoya xwefesixkirina PKKyê
- Pêşniyarên rêziknameya yasayî yên li ser pêvajoyê
- Pêşniyarên li ser demokratîkbûnê