DEM Partî çû serdana Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ragihand ku gavên ku ji bo danîna çekan û fesixkirina PKKyê û pêvajoya nû werin avêtin dê ji aliyê saziya wan ve di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de werin nirxandin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari îro li gel şandeyeke partiya xwe serdana Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê kir û li gel Serokê wê Erînç Sagkan civiya.
Piştî civînê Hevseroka DEM Partiyê û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevbeş da çapmeniyê.
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan ragihand ku danîna çekan û fesixkirina PKKyê qonaxeke girîng e û da zanîn ku ew dê gavên ku ji bo pêvajoya nû werin avêtin bi tecrubeya xwe li ser bingehên demokrasî û serweriya hiqûqê û di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de binirxînin.
Sagkan diyar kir ku ew dê piştî nirxandinê nerîna xwe bi raya giştî re parve bikin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî ragihand ku Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê yek ji saziyên herî girîng ên Tirkiyeyê ye û da zanîn:
“Armanca me ya sereke ew e ku edalet li her cihî pêk bê û teraziya edaletê bi başî karê xwe bike ku sembola herî girîng a edaletê û Yekîtiya Baroyan e.”
DEM Partî di çarçoveya pêvajoya nû de serdanên xwe yên partî, sazî û rêxistinan didomîne.