Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê xwarina ku li ser êgir hat jibîrkirin bû sedema şewatê.
Bûyerê şeva borî li Taxa Halîtpaşayê rû da.
Mehmet A.yê 75 salî yê ku bi tena serê xwe dijî xwarina xwe li ser êgir ji bîr kir.
Piştî demekê agirê ku ji ocaxê derket sîstema gaza xwezayî ya malê da ber xwe û bû sedema teqînekê.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Şewat bi midaxeleya tîmên agirvemirandinê hat kontrolkirin û hat vemirandin.
4 niştecihên avahiyê û Mehmetê ku dûxanê bandor li wan kiribû ji aliyê tîmên tenduristiyê ve li cih hatin tedawîkirin.
Di encama şewatê de xisar gihişt mala Mehmetê kal.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse