Du roj in bê pêjin bû, termê wê li mala wê hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê termê jineke pîr a ku du rojan haya kesî jê nebû li mala wê hat dîtin.
Li navçeya Hassayê ya Hatayê du rojan his û çipên ji Eşe Buluta 66 salî nehat.
Piştî ku Eşe du rojan bê pêjin ma xizmên wê çûn ber deriyê wê lê derî li wan venebû.
Wan jî derî şikand û ketin hundîr lê wan dît ku Eşe li erdê bê liv û tevger e.
Tîmên tenduristiyê yên li ser agahdarkirinê çûn mala jina pîr tesbît kir ku ew miriye.
Tîman termê wê piştî lêkolînên pêwîst veguhast meytxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Hassayê.
Sedema mirina Eşeyê dê piştî otopsiyê diyar bibe.