Nexweşxane: Metirsiya li ser jiyana Onder berdewam dike

Hewlêr (Rûdaw) – Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Stenbolê ragihand ku metirsiya li ser jiyana Onder berdewam dike.

15ê vê mehê krîza dil li Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder da.

Sirri Sureyya Onder hat emeliyatkirin û ji wê demê ve li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Stenbolê tê dermankirin.

“Metirsî berdewam dike”

Nexweşxaneyê li ser rewşa wî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Tedawiya nexweşê me Sirri Sureyya Onder a li beşa nexweşiyên giran berdewam dike. Rewşa wî ya giştî wekî berê ye.

Nexweşê me gelekî bi rîsk e û metirsiya li ser jiyana wî berdewam dike.”