Hatîmogullari: Divê em di pêvajoyê de pê li gazê bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku ji ber pêşhatên li herêmê û metirsiya şer, êdî ne dema sistkirina pêvajoyê ye.
Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku çareserkirina Pirsgirêka Kurdan ji bo Tirkiyeyê neçariyeke herî bilez û jiyanî ye û got, “Divê em di pêvajoyê de ne frenê, pê li gazê bikin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari ji bo beşdariya civîna "Seferberiya Pêşverû ya Cîhanî" ya li bajarê Barcelonayê yê Birêvebiriya Xweser a Katalonyayê ya Spanyayê ye.
Di vê civînê de zêdetirî 4 hezar serkirde, akademîsyen û nûnerên partiyên sosyalîst û demokrat ên cîhanê amade ne.
Hatîmogullariyê li ser pêvajoya çareseriyê û krîzên li Rojhilata Navîn nirxandinên girîng kirin.
Mifteya parastinê: Çareseriya aştiyane
Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser bandora şerê Amerîka û Îranê ya li ser hevsengiyên herêmê û got ku ev rewş nîşan dide ku cîhan di bin gefa atomî de ye.
Hatîmogullariyê ragihand ku di demekê de ku Rojhilata Navîn wekî beroşekê dikele, çareserkirina aştiyane ya Pirsgirêka Kurdan dê ji bo Tirkiyeyê bibe destkefta herî mezin û mifteya parastinê.
Hevseroka DEM Partiyê bi bîr anî ku rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye kirin.
Wê got ku niha gel li benda derxistina yasayan e ku pêvajoya bêçekkirinê bigihêje encamê.
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê statuya Abdullah Ocalan wekî "mixetabê sereke û dan û standinkar" di çarçoveyeke yasayî û hiqûqî de were naskirin.
Hatîmogullariyê her wiha tekez kir ku divê gavên ku pêwîstiya wan bi yasayan nîne demildest werin avêtin û anî ziman:
"Divê dawî li pergala qeyûman were anîn û şaredarên ku hatine hilbijartin vegerin ser karên xwe."
Hatîmogullariyê her wiha amaje bi darizandina Ekrem Îmamoglu û serokên din kir û got ku divê ev pêvajo bêyî girtin were meşandin ku baweriya civakê bi aştiyê çêbibe.
Banga ji bo azadiya girtiyan
Hatîmogullariyê xwest ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMMEyê) werin bicihanîn û Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên dozên Kobanî û Geziyê werin berdan.
Hevseroka DEM Partiyê di nirxandinên xwe de ji bo pêvajoyê bangî Enqereyê kir û got:
“Dema em li pêşhatên herêmê dinêrin, em di qonaxeke wiha de ne ku nabe em pê li frenê bikin; berovajî wê, divê em zêdetir pê li gazê bikin ku pêvajoyê bilez encamê bi dest bixe."
Hatîmogullariyê diyar kir ku sal û nîvek e diyalog didome û ew hêvî dikin bi têkoşîn û biryardariyeke hevbeş bigihêjin encameke ku xizmeta biratiya hemû gelên Tirkiyeyê bike.
Dosyeya Gulistan Dokuyê
Hatîmogullari li ser dosyeya Gulistan Dokuyê jî axivî û dûrxistina Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel wekî gaveke erênî nirxand.
Lê belê wê teqez kir ku divê ev lêpirsîn heta dawiyê biçe û hemû berpirs werin cezakirin.