Washington (Rûdaw) – Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan li Amerîkayê derbarê pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û Tirkiyê de ragihand ku li welatê wî bayekî biharê heye.
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, di serdana xwe ya Amerîkayê de li Enstitûya Brookingsê (Saziyeke ramangêrî) derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî. Erdogan di axaftina xwe de wiha got: “Ev pêvajo gelek girînge. Ez dikarim bibêjim pêvajoyeke man û nemanê ye. Ev pêvajoya ku me navê wê wekî pêvajoya çareseriyê daniye, bi vê pêvajoya ku wê siyaseta Tirkiyê, jiyana civakî, bi taybet jî aboriyê ji bingeh de biguhere û her tiştî nû bike. Em gaveke girîng davêjin.”
Erdogan diyar kir ku ev pêvajo wê di aştiya herêmê alîkar be û wiha got: “Ewê jiyaneke bextewer, ewlekarî û tenahiyê bi xwe re bîne.”
Serokwezîrê Tirkiyê di berdewama axaftina xwe de daxuyand: “Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re li devera me bayekî biharê heye. Niha 63 mirovên aqilmend li seranserî Tirkiyê digerin. Lê ev 63 mirovên fedakar, ne ji bo serwextkirina cemawer, ji bo guhdarîkirinê tevdigerin. Li gel guhdarî dikin. Ev mirovên aqilmend, piştî guhdarîkirina li gel, wê raporên xwe amade bikin. Emê jî wekî hikûmet gavên xwe li ser van raportan re bavêjin.”
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di vegera min a ji Amerîkayê de, di plana min de serdana welatên li devera me heye. Di serî de Rûsya û ezê serdana welatên Kendavê jî bikim. Ev bayê ku di pêvajoya çareseriyê de li welatê min dest pê kiriye, ezê bi wan re jî binirxînim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse