Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, nahêlin statuya dîrokî ya Orşelîm-Qudisê bê guherandin.
Beriya Civîna Derasayî ya Konferansa Lûtkeya Îslamê ya Rêxistina Hevkariya Îslamî, civîna amadekariyê ya Konseya Wezîrên Derva dest pê kir.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu wek serokê rûniştinê axivî û der barê Civîna Rêxistiba Hevkariya Îslamî de wiha got: "Di danezana encama civînê de em dê bang bikin ku em nahêlin statuya dîrokî ya Qudsê bê guherandin."
Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe de got jî: "Divê meqamên Îsraîlê û leşkerên Îsraîlê yên guleya berdidin kesên bêguneh hesab bidin."
Hêjayê gotinê ye piştî ku balyozxaneya Amerîkayê bi fermî ji Tel Avîv bo Orşelîm-Qudisê hat veguhestin, Filîstîniyan nerazîbûn pêşan dan û xwepêşandan kirin. Dewleta Îsraîlê jî bersiv da û heta niha zêdeyî 60 Filîstînî hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse