Li Deryaya Egeyê 2 erdhej çêbûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê saet 02:52yan erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan û saet 04:53yan jî erdhejeke bi hêza 3,7 pileyan çêbûne.

Li Deryaya Egeyê saet 02:52yan erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD)  li ser malpera xwe ragihand ku erdhejeke ku navenda wê Deryaya Egeyê bû rû da û hêza wê 4,1 pile bûye.

Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 7,01 kîlometreyan de çêbûye.