Bahçelî: Ji bo pêvajoyê nexşerêyeke nû pêwîst e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ragihand ku pêvajo gihiştiye qonaxeke nû û ji bo bipêşveçûna wê pêdivî bi nexşerêyeke nû heye.

Bahçelî pêşniyar kir ku “bi mercê parastina rewşa girtîmayîna wî” divê statuyeke nû ya Abdullah Ocalan hebe da ku ew tevlî pêvajoyê bibe.

Nexşerêyeke nû

Bahçelî ji rojnameya TURKGUNê re axivî û pêşniyara xwe ya "Koordînatoriya Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê" ducare kir.

Devlet Bahçelî destnîşan kir ku di daxuyaniyên tên dayîn û gavên tên avêtin de li cem raya giştî kêmasiya pêwendiyê heye.

Bahçelî anî zimên ku ji ber vê rewşê ji bo qonaxa nû pêdivî bi mekanîzmayeke berfireh heye.

Wî diyar kir ku divê saziyên dewletê werin erkdarkirin û mekanîzmayên yasayî werin amadekirin û got ku “Avakirina mekanîzmayeke ji bo pêkanîna mieyîdeyên li ser rêxistinê, erkdarkirina saziyên dewletê ya ji bo şopandina pêşhatinan, amadekirina rênimayên yasayî û îdarî, derxistina pêş a aştiyê, biratiyê, siyasetê û nirxên demokratîk” dê xizmetê ji armancên wan re bike.

“Divê statuyeke guncav a Ocalan hebe”

Bahçelî qal kir ku pergalên ji hev cuda dê pêvajoyê zehmet bikin û îhtimala provokasyonan zêde bikin.

Wî ragihand ku ji ber vê yekê îfadeya “rêberê damezirîner ê rêxistinê” hatiye bikaranîn.

Devlet Bahçelî daxuyand ku divê mixetab bi awayekî eşkere were diyarkirin û li ser statuya Ocalan wiha peyivî:

“Heke Ocalan bi statuyeke civakî were teçhîzkirin û rewşa wî ya cezakirinê parastî be, dê danîna çekan a PKKyê û pêkhateyên wê bi awayekî baştir were meşandin.

Di vê çarçoveyê de ‘Koordînatoriya Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê’ dikare statuyeke guncav be.”