Pêvajoya çareseriyê di çi qonaxê de ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gotûbêjên li ser pêvajoya çareseriyê careke din zêde bûn.
Di pêvajoyê de gaveke şênber nîne lê gotûbêj û pêşniyar bê sînor in.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li ser pêvajoyê çend pêşniyar kirin û got:
“Divê statuya Abdullah Ocalan bibe 'Kordînatorê Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê' û pêvajoya hilweşandina PKKyê û hemû baskên wê kordîne bike.”
Bahçelî dibêje ku ji bo bicihanîna kirin û gotinan pirsgirêkeke pêwendiyan heye.
Wî diyar kir ku divê nexşerêyeke nû were diyarkirin û mekanîzmayeke nû bê bicihkirin.
Gotara Mehmet Uçum
Her îro Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum jî li ser pêvajoya çareseriyê gotarek nivîsand.
Uçum ragihand ku dewletê di çarçoveya paradîgmayeke nû de pêvajoya veguhêz daye destpêkirin.
Wî da zanîn ku pêvajo bi serpereştiya Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî dimşe.
Uçum destnîşan kir ku divê dewlet piştrast bike ku PKKyê tevî hemû beşên xwe çek danîne.
Mehmet Uçum her wiha got ku banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an, li ser bingeha "yek dewlet û yek netewe" hatiye kirin.
Uçum li ser peyva "Kurdistan"ê jî axivî û got, "Cudahî di navbera wê peyvê de heye ku berê ji bo erdnîgariyekê dihat bikaranîn û ya ku niha bûye amûreke siyaseta etnîkî."
Uçum her wiha tekez kir ku nabe têgihiştina "cezanedayînê" yan jî "efûyê" di civakê de derkeve holê.
Helwesta DEM Partiyê
Îro Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li Enqereyê di konfêranseke rojnamegeriyê de qala pêvajoya çareseriyê kir.
Ayşegul Doganê ragihand ku pêvajo niha di qonaxeke rawestiyayî de ye û got:
"Ji bo ku pêvajo bi pêş de biçe û gumanên xelkê yên li ser çarenivîsa pêvajoyê nemînin, hinek kar tên kirin.
Birêz Bahçelî jî îro ragihand ku divê hewleke nû hebe.
Dema ku me got qonaxa yekem bi dawî bûye û em derbasî qonaxa duyem bûne, pêwîstî bi hewlekê hebû.
Loma em vê hewla Birêz Bahçelî girîng dibînin.
Birêz Serokkomar jî di demên derbasbûyî de qala girîngiya stratejîk a vê pêvajoyê kiribû.
Wî qala metirsiyên eşkere û veşartî kiribû û qala hewlên rêgirîkirina pêvajoyê kiribû.
Ji bo ku gumanên xelkê nemînin, divê pêngavên şênber bên avêtin. Loma nabe ku mirov pêvajoyê di mijara kordînatoriya pêvajoyê de asê bike.
Her ji destpêkê ve me gotibû ku divê yasayeke demkî bê amadekirin."
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çavê xelkê li gavên ji bo çareseriyê ye.
Pêvajoya çareseriyê 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an dest pê kiriye.
Lê heta niha ji bilî rawestandina şer û operasyonên leşkerî, pêngaveke şênber nehatiye avêtin.