Hevserokên DEM Partiyê bi nûnerên çapemeniya navneteweyî re civiyan

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Medyaya Biyanî Tuncer Bakirhan Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê li Stenbolê bi nûnerên çapemeniya navneteweyî re civiyan û nerînên xwe yên derbarê rewşa dawî ya li Tirkiye û herêmê bi wan re parve kirin.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari îro li bajarê Stenbolê bi nûnerên medyaya navneteweyî re civiyan.

Di civînê de Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê ya DEM Partiyê Saruhan Oluç jî amade bû.

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, hevserokan nêrînên partiya xwe yên derbarê pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê, şer û pevçûnên di navbera Îran û Îsraîlê de û rûdanên din ên li herêmê bi medyaya biyanî re  parve kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hevserokên DEM Partiyê amaje bi wê yekê daye ku şer û pevçûn nikarin ti pirsgirêkan li herêmê çareser bikin û tekezî li ser wê yekê kiriye ku modela “Aştî û Civaka Demokratîk” tekane rêya çareseriyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst