Komîsyon tê avakirin: DEM Partiyê navê 'Aştî û Demokrasiyê' pêşniyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê, bi însiyatîfa Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, ji bo pêvajoya çareseriyê komîsyoneke nû tê avakirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, armanca komîsyonê "Tirkiyeyeke bêteror" e.

Hat ragihandin ku komîsyon dê herî kêm ji 44 endaman pêk were û ÎYÎ Partî tê de cih nagire.

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş îro bi serokwekîlên komên partiyên siyasî re civiya.

Civîna ku 2 saet û nîvan ajot, ji bo nîqaşkirina rêbazên xebatê û pêvajoya komîsyonê hat lidarxistin.

Li gorî agahiyan, di civînê de DEM Partiyê pêşniyar kir ku navê komîsyonê gotinên "aştî û demokrasiyê" li xwe bigire û partiyên din ên opozîsyonê jî piştgirî dan vê pêşniyarê.

Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partiyê Bugra Kavuncu bi awayekî fermî ragihand ku partiya wan dê endaman nede komîsyonê û beşdarî komîsyonê nebe.

Her wiha hat eşkerekirin ku dê endamên 6 partiyên siyasî yên ku koma wan li parlamentoyê nîne jî beşdarî komîsyonê bibin.

Di daxuyaniya parlamentoyê de hat gotin ku Numan Kurtulmuş bal kişandiye ser berpirsyariyên ku parlamentoyê di avakirina paşerojeke bêteror a Tirkiyeyê de bigire ser xwe û careke din tekezî li ser girîngiya helwesteke hevpar a parlamentoyê kiriye.

Kesên ku beşdarî civînê bûn ev in:

Serokê Parlamentoyê: Numan Kurtulmuş

Serokwekîlê Koma AK Partiyê: Abdulhamît Gul

Serokwekîlê Koma CHPê: Murat Emîr

Serokwekîla Koma DEM Partiyê: Gulîstan Kiliç Koçyîgît

Serokwekîlê Koma MHPê: Erkan Akçay

Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partiyê: Bugra Kavuncu

Serokwekîlê Koma Partiya Rêya Nû (Yenî Yol): Bulent Kaya