Nivîskarê kurd: Îranê berê DAIŞê da Başûr û Rojavayê Kurdistanê

18-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) – Nivîskarê kurd Îbrahîm Guçlu diyar kir ku Îran ji rewşa niha ya Tirkiyê “pir kêfxweş” e û got, Îran û Beşar Esed rêxistina DAIŞê birêve dibin.

Nivîskar Îbrahîm Guçlu li ser rewşa Tirkiyê û şerê PKKê û têkiliya wî şerî bi Îranê re, ji Rûdawê re axivî û got, Îranê rolek mezin di derxistina şerê PKKê û Tirkiyê de lîstiye û ji bo ku li hember Tirkiyê jî bihêz be, alîkariya PKKê dike.

Îbrahîm Guçlu her wiha got ku Îran ji hewlên Tirkiyê yên ji bo avakirina “herêma aram” li nav Sûriyê hêrs bûye û wiha axivî: “Îran ji wê yekê ditirse ku eger rêjîma Sûriyê bikeve Tirkiye dê bihêz bibe ji ber wê jî dixwaze rewşa Tirkiyê aloz bike.”

Li gorî wî nivîskarê kurd, rêxistina DAIŞê ji aliyê Îran û Beşar Esed ve tê birêvebirin û ji bo ku DAIŞ êrişî rêjîma Sûriyê neke berê DAIŞê da Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Îbrahîm Guçlu bang li PKKê jî kir ku bi awayekî berpirsiyar xebat bike û got, şewitandina wesayîtên gel û teqandina deverên sivîl ne karekî rewa ye.

Li ser ragihandina “rêveberiya xweser” ji aliyê PKKê ve jî Guçlu got, ew karê PKKê provakasyon e çimkî tiştên wisa dibin sedema lawazî û bê watebûna HDPê.

Îbrahîm Guçlu destpêkirina şer li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê avêt sûtiyê dewlet û PKKê.

Wî nivîskarê kurd anî ziman ku di navbera Ocalan û Qendîlê de nakokî hene û got, çimkî Qendîl herî zêde bi hêzên îranî, iraqî û sûrî re dide û distîne lê Ocalan bi dewleta Tirkiyê re radibe û rûdinê ev jî nîşan dide di navbera wan de nakokî hene. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst