Rûdaw li Kapadokya - Tûrzîma Tirkiyê rastî kirîz hatiye

18-08-2016
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw li Kapadokya
Rûdaw li Kapadokya
Nîşan Tirkiye Kapadokya Rûdaw Tûrîzm Kirîz
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Îsal li Tirkiyê û Bakurê kurdistanê geştiyarî bi rêjeyeke ber bi çav kêm bûye û hemwelatî jî li ser sedema vê yekê bûne du beş.

 

Beşek ji xelkê dibêjin, hewla darbeya leşekerî û aloziyên li Tirkiyê bûne sedema kêmbûna geştiyaran, beşek din jî dibêjin hikumet giringiyê bi cihên geştiyarî nade.  

 

Kapadokya li gorî çavkaniyên dîrokî li Anatolya Navîn yek ji cihên destpêka belavbûna baweriya Mesihiyetê anko Krîstaniyetê ye. Hewariyên peyxember Îsa Mesîh li Anatolya Navîn yekem car berê xwe dane Kapadokyayê û li wê derê bi dehan dêr ava kirin. 

 

Welatiyek ji Kapadokyayê derbarê giringiya Kapadokya û rewşa tûrîzmê li wê deverê ji Rûdawê re axivî û got: “Ez bêjim divê herkes van deran bibîne. Ev derane cihên dîrokî ne. Taybetî jî bo Mesihiyan pirr giring in. Em Misilman gellek piştî Mesihiyan hatine wan deran. Ez bi xwe jî xelkê vê navçeyê me. Bo me jî taybetîyekî cuda heye.”

 

Kapadokya heman deman bi malên periyan ku bi Tirkî dibêjêne “ perî bacalari” navdar e. Li gorî çîrok û efsaneyan, di serdemên qedîm û kevnar de li van şikevtan perî dijîn. Lê îsal hem malên perîyan hem jî bi giştî kapadokya ji ber nehatina geştiyaran xemgîn in. 

 

Peywirdarek jî behsa rewşa berî û niha ya geştyariyê li Kapadokyayê dike û sedema xirabiya rewşê wiha tîne ziman:

 

“Berê roj hebû ku 8 hezar heta 10 hezar geştiyaran sederana van deran dikir. Niha hejmar pirr ketiye, geştiyarên nava Tirkiyê tên.  Ji xwe buhayê çûna nava mûzexaneyan jî gellek e. Serê her kesekî 30 lireyan distînin.” 

 

Îsal zêdetir geştiyarên nav tirkiyê  seredana kapadokya dikin, di gel vê yekê her çend hejmara wan kêm be jî erep, cinî û japon jî îsal hatine kapaodkyayê, 

 

Geştiyarek ku bo derbaskirina dema xwe serdana Kapadokyayê kiriye, amaje bi wê yekê dide, ku giringî bi warê tûrîzmê û nasandina cihan bi tûrîstan nehatiye dan û wiha berdewam dike:

 

“Mixabin giringî nahê dan û gellek kêmasî jî hene . Ez nêzîkî 20 sal in li Erebistana Siûdiyê li bajarê Medîneyê dijîm. Erebên wê derê ne Rihayê dizanin, ne deşte Herranê dizanin, ne derên Sûmela dizanin ne jî Kapadokyayê dizanin.”

 

Li Kapadokyayê cihên herî navdar û cihên geşiyatrî dikevine milê Goreme, Urgup , Derinkuyu û derdora bajarê Nevşehîrê.

 

Hikumeta Tirkiyê jî gellek giringiyê bi Kapadokyayê dide û her sal bo zindîragirtina geştiytariya vê navçeyê projeyên cur bi cur têne amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst