Li Stenbolê otobusa rêwiyan wergeriya: 3 mirî, 20 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê otobusa rêwiyan wergeriya û di encamê de 3 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a ku ji Tokatê ber bi Tekîrdagê ve diçû, li ser Otobana Marmarayê ya Bakur li bariyerên kêleka rê qelibî û wergeriya.

Li gorî agahiyên destpêkê, di vê qezayê de 3 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên li Stenbolê.

Parêzgariya Stenbolê ragihand ku bûyer demjimêr 06:15an qewimiye û di otobûsê de 35 rêwî hebûne.

Li hêla din, derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.