Li Balikesîrê erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê saet 11:26an erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê(AFAD), navenda erdhejê navçeya Sindirgiyê bû û hêza wê 4,2 pile bû.
Hat diyarkirin ku erdhej 6,72 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.
Heta niha li ser hebûn an nebûna xisaran ti agahî nehatine dayîn.