Hikûmet û sendîkayan li hev nekir: Karmend daketin kolanan

Enqere (Rûdaw) - Sendîkayan û Hikûmeta Tirkiyeyê li ser rêjeya zêdekirina mûçeyan li hev nekir û karmendan rojekê dev ji kar berda.

Li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê karmend û malnişîn daketin kolanan û çalakî li dar xistin.

Hikûmeta Tirkiyeyê, ji bo şeş mehên destpêka sala 2026an ji sedî 10 û ji bo şeş mehên duyem jî ji sedî 6 zam pêşniyar kiribû lê sendîkayan ev rêje red kirin û ji bo rojekê dest ji kar berdan.

Li gelek bajaran mîtîng, meş û çalakiyên curbicur hatin lidarxistin.

"Wezaret hejariyê ji kedkaran re rewa dibîne"

Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz got, "Me wekî sendîka daxwazên kedkaran kom kirin û radestî wezaretê kirin.

Lê Wezareta Kar, wekî ku konfederasyonên din jî dibêjin, hejariyê bi temamî ji kedkaran re rewa dibîne.

Dixwazin kedkar her dem birçî û hejar bimînin. Em vê yekê qebûl nakin. Greva me jî wekî hişyariyekê ye."

Sendîkayên karmend û karmendên malnişîn dixwazin ku mûçeyên 2026an ji sedî 88 û yên sala 2027an jî ji sedî 46 bên zêdekirin.

Ev daxwaz di demekê de ye ku li Tirkiyeyê mûçeyê herî kêm ê karmendekî derdora 44 hezar lîreyî ye û sînorê hejariyê 89 hezar lîre ye.

"Tiştê ku hikûmet dibêje sefalet e"

Sekreterê Egîtîm-Senê Zulkuf Guneş jî wiha axivî:

"Em îro wekî kedkar û xebatkar hatine ber derê wezaretê, hûn jî dizanin dan û standin berdewam in.

Lê tiştê ku hikûmet dibêje sefalet e. Em vê yekê qebûl nakin û me îro biryara grevê daye.”

"Em nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin"

Karmenda bi navê Medina Arici jî bal kişand ser zehmetiyên jiyanê û got:

"Em li bajarên mezin dijîn. Kirêya xaniyan ji sedî 45 zêde dibe lê rêjeya ku hikûmet dide me gelekî kêm e.

Em nikarin li marketan pêdiviyên xwe dabîn bikin. Îsal kîloya gêlasan 350 lîre bû. Em dibêjin bila mûçeyekî bidin me ku têra jiyana me bike."

"Pêşniyara hikûmetê karmendan neçarî birçîbûnê dike"

Endamê KESKê Tuncay Demîr jî nerazîzbûna xwe wiha anî zimên:

"Pêşniyara hikûmetê karmendan neçar dike ku jiyaneke di nav hejarî û birçîbûnê de bijîn.

Em li benda pêşniyazeke wisa ne ku karmend karibin pê jiyaneke baş bijîn. Em îro jî ji bo vê daxwazê kom bûne.

Em ji bo 6 mehên destpêkê ji sedî 25, ji bo 6 mehên din jî ji sedî 15 û ferqa enflasyonê dixwazin."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî nêzîkî 4 milyon karmend û 2 milyon û 500 hezar karmendên malnişîn hene.

Dan û standinên di navbera hikûmet û sendîkayan de dê heta dawiya mehê berdewam bikin.

Eger lihevkirin çênebe, dê Lijneya Navbeynkar a Karmendên Cemaweriyê biryara dawî bide.