Li Stenbolê agir bi kargehekê ket
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlîvriyê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, agir bi kargehekê ket.
Li Taxa Alipaşayê ya navçeya Sîlîvrîyê ya Stenbolê, ji ber sedemeke nediyar agir bi kargehekê ket.
Li ser agahdarkirinê otomobîlên agirvemirandinê yên Parastina Sivîlan çûne cihê bûyerê.
Tîmên Rêveberiya Parastina Sivîlan hewl didin agir vemirînin.
Dûmana reş a agir bi ser navçeyê ketiye.
Ji ber ku agirê geş li tevahiya kargehê belav bûye, xebatên vemirandinê jî zehmet bûne.