PSK û DEM Partî civiyan: Pêvajoya çareseriyê hat gotûbêjkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û şandeya pê re, li Enqereyê Navenda Giştî ya DEM Partiyê ziyaret kir.
Di hevdîtinê de, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan, rewşa Rojavayê Kurdistanê û rûdanên herêmî hatin gotûbêjkirin.
DEM Partiyê derbarê serdana Serokê PSKyê Bayram Bozyel û şandeya pê re li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Şandeya PSKyê ya ku ji endamên Desteya Birêvebiriya Navendî Hasan Dagtekîn, Celal Yildiz û endamên Meclisa Partiyê (PM) Alaaddîn Aras û Haydar Cîhaner pêk dihat, ji aliyê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û birêvebirên partiyê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtina PSK û DEM Partiyê de, derfetên destûreke bingehîn a nû ya ku mafên bingehîn ên gelê Kurd di xwe de bihewîne hatin nirxandin.
Bozyel raporek pêşkêş kir
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel rapora ku PSKyê derbarê rûdanên dawî amade kiribû û sernavê wê "Çareserkirina Pirsgirêka Kurdan bi Rêbazeke Siyasî û Wekhevîparêz Mumkin e" pêşkêşî rayedarên DEM Partiyê kir.
Doh jî Serokê PSKyê Bayram Bozyel çûbû serdana Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu.
Li gorî agahiyan, Serdanên PSKyê yên ji bo gotûbêjkirina çareseriya pirsgirêka Kurdan ên ji bo partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dê bidomin.