Serokê Filistînê bi Erdogan re dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Filistînê Mehmûd Ebas îro diçe Tirkiyeyê û dê bi Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Li gorî agahiyan, Serokê Filistînê Mehmûd Ebas dê îro li Enqereyê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive û rojeva hevdîtinê rûdanên dawî yên li herêmê û agirbest e.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de rewşa dawî ya li Filistînê, rûdanên herî dawî yên derbarê êrişên Îsraîlê û pêvajoya aştiyê ya li herêmê bên gotûbêjkirin.

Her wiha dê hewldanên agirbestê û gavên ku li ser bingeha çareseriya du dewletî bên avêtin bên nirxandin.

Tirkiyê beriya niha jî ragihandibû ku amade ye di şerê li Xezeyê de navbeynkariya bike.