DEM Partiyê civîna Komîsyonê terk kir
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê civîna 11emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê terk kir.
Civîna 11emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, bi guhdarîkirina nûnerên komele û weqfan didome.
Di civîna îro ya bi serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş de alozî derket.
Piştî axaftina Alîkarê Serokê Komeleya Teblîxa Îslamî, parlamenterên DEM Partî û MHPyê neraîzbûn nîşan da.
Alîkarê Serokê Komeleya Teblîxa Îslamî Mehmet Beşîr Şîmşek ku wekî komeleyeke nêzîkî Hizbulahê tê zanîn bû sedema bertekan.
Şîmşek di axaftina xwe de hem PKK hem jî dewlet rexne kir.
"Zarokek ji ber îşareta zaferê hat şewitandin"
Mehmet Beşîr Şîmşek got, "Zîhniyeta Marksîst-Lenînîst ev gel ji baweriya qut kir. Ev yek xizmeta kîjan berjewendiya Kurdan dike? Kevneşopiya gelê Kurd guherî.
Sedema vê yekê ew e ku hin aliyan li ser navê dewletê piştgirî danvê yekê.
Ji ber ku zarokekî îşareta zaferê (serkeftinê) kiriye, saet 3yê sibehê ew mal tê şewitandin. Leşkeran ev yek kir.
"Me gazî we nekir ku hûn heqaretê bikin"
Piştî van gotinan, yekem bertek ji MHPyê hat.
Parlamenterê MHPyê Fetî Yildiz got, "Me gazî we kir lê me gazî we nekir ku hûn heqaretê li leşker, polîs û dewletê bikin."
"Hûn bi girêdanên berazan mirovan dikujin"
Di heman demê de deng ji aliyê DEM Partiyê jî bilind bûn.
Destpêkê Saruhan Oluç axivî û pirsî, "Gelo bi vî zimanî aştî çêdibe?" û bi dengekî bilind got, "Me heta niha bi sebir guh da gotinên we lê hûn bi xwînê xwe xwedî dikin. Şerm bikin, xwînrêj."
Piştre Cengîz Çîçek axivî û got, "We bi girêdanên berazan mirov qetil kirin. Yên ku bûne bela serê Kurdan hûn in."
Piştî van gotinan, hemû endamên DEM Partiyê rabûn ser piyan û Komîsyon terk kir.