Erdogan û Mehmûd Ebas: Îsraîl gefê li herêmê dixwe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Filistînê Mehmûd Ebas li Enqereyê civiyan.
Di hevdîtinê de êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê hatin gotûbêjkirin û Erdogan got, "Îsraîl ne tenê gefê li Filistînê lê li aramiya tevahiya herêmê dixwe."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Koşka Serokomariyê ya li Enqereyê bi Serokê Desthilata Filistînê Mehmûd Ebas re civiya.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî di civînê de amade bû.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di civînê de êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê û mijarên herêmî hatine gotûbêjkirin.
"Komkujî derbasî qonaxeke nû bûye"
Li gorî daxuyaniyê, Erdogan di civînê de gotiye ku "komkujiya Îsraîlê" ya li Xezeyê bi êrişên bejahî yên dawî re derbasî qonaxeke nû bûye û tekez kiriye ku Îsraîl gefê li aramiya herêmê jî dixwe û êrişa li ser Qeterê jî nîşaneya vê yekê ye.
Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hejmara rêber û serokên ku Îsraîlê rexne dikin zêde bûye û hewldanên ji bo zêdekirina zexta navdewletî li ser Îsraîlê berdewam dikin.
Erdogan her wiha tekez kir ku Tirkiye dê di her platformê de doza Filistînê û êrişkariya Îsraîlê bi biryar bîne rojevê.
"Tirkiye dê bibe dengê Filistînê"
Erdogan anî ziman ku dabînkirina agirbesteke demildest li Xezeyê û bidawîkirina trajediya mirovî ya li herêmê ji karên pêşîn ên Tirkiyeyê ye û got ku Îsraîl di her derfetê de helwesta xwe ya têkdana aştiyê eşkere dike û Tirkiye dê li Neteweyên Yekbûyî bibe dengê Filistînê.
Banga yekîtiyê
Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku divê cîhana Îslamê ji bo nehiştina gefên Îsraîlê zêdetir yek bin û bibin alîkar.
Wî herwiha amaje bi wê yekê jî da ku pêkanîna yekîtiyeke siyasî ya tam li Filistînê dê van hewldanan bihêztir bike û Tirkiye dê piştgiriyê bide van hewldanan.