Tirkiye dê “herêma tampon” li hundirê sînorên xwe de çêbike

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş ragihand, ew kînga bixwazin dikarin “li nav sînorên xwe de” herêmeke aram çêbikin.

Alîkarê Serokweîrê Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş, ku bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re çû Efxanistanê, li nav balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Nûman Kurtulmuş diyar kir ku ew dê li ser sînorê Sûriyê herêmeke aram çêbikin û wiha axivî: “Ev jî ji bo bihêzkirina ewlehiya sînoran û girtina tedbîrên pêwîst li hember hatine penaberên zêde tê kirin.”

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê da zanîn ku xebatên çêkirina herêma aram tên kirin û wiha got: “Em kînga bixwazin em dikarin herêmeke aram li nav sînorên xwe de çêbikin.”

Di bersiva pirsa “gelo ew herêma aram tê wateya kampa penaberan” de Kurtulmuş wiha got: “Nexêr, ew herêm dê bibe herêmek leşkerî. Ew herêm dê bibe cihê kontrolakirina ketin û derketinê û livînên ser sînor. Ew herêm dê li cihekî wisa bê çêkirin ku zêde kes lê nebe.”

Li ser rewşa Kobanî jî Nûman Kurtulmuş got ku niha li nav Kobanî de komek pir biçûk sivîl maye ji ber wê jî ew hizir nakin êdî penaber ji Kobanî derbasî Tirkiyeyê bibin çimkî yên ku dixwestin werin Tirkiyeyê, hatine û ji wê zêdetir jî êdî mumkin nîne.