Parlamentera berê ya HDPê Gulser Yildirim hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera berê ya Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulser Yildirim ku 4ê Mijdara 2016an piştî parêzbendiya wê hat rakirin, ligel parlamenterên HDPê hatibû girtin, ji aliyê 3emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve bi îddîaya “emdamdiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh ceza bo wê hatibû dayîn.

Parlamentera berê ya Mêrdînê ya HDPê Gulser Yildirim piştî ku cezayê wî bi dawî bû, ji Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê derket.

Li gor Qanûna Cîbicîhkirinê; Gulser di çarçoveya 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê de ku ji aliyê dadgeha herêmî ve hatibû dayîn, divabû 5 sal û 7 meh û 16 rojan di girtîgehê de bimaya, lê ligel ku 4 meh e cezayê wê temam bûbû jî nedihat berdan.

Birayê wê Xebat Newroz Yildirim ku li Swêdê dimîne li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê azadkirina Gulser de nivîsiye: “Aqubet li serê hemû girtiyên azadiyê! Tu bi xêr hatî xwîşka bi rûmet û berxwedêr! Em bi te û hevalên te her serbilind in!.”