Li Stenbolê êrişa bi çekê: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê ya di êrişeke bi çekê de ciwanek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan vê êvarê, hinek kesên nenas bi otomobîlê çûn taxa Încirtepeyê ya navçeya Esenyurtê û bi demançeyê gule li 4 ciwanan reşandin û ji cihê bûyerê reviyan.
Di encama êrişê de Diyar E. yê 19 salî, T.O. yê 19 salî, U.G. yê 21 salî û E.O. yê 19 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tebduristiyê her çar ciwanên birîndar bir nexweşxaneyê.
Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Diyar E. yê ku bi giranî birîndar bûbû mir.
Dermankirina her sê birîndarên din berdewam e.
Polîs ji bo desteserkirina gumanbaran dest bi xebatê kir û derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hat kirin.