Yilmaz Tunç: Ji bo çûna Îmraliyê biryar a Komîsyonê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser çûna Îmraliyê got, “Ziyareta Îmraliyê li gorî biryara ku Komîsyon bide dikare pêk were. Biryar a Komîsyonê ye.”

Yilmaz Tunç, li Enqereyê pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.

Tunç got ku dê biryara li ser pêkhatin an pêknehatina serdanê ji aliyê "Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê" ya Parlamentoya Tirkiyeyê ve were dayîn.

“Em dê li benda biryarê bin”

Yilmaz Tunç diyar kir ku di vê mijarê de biryar a Komîsyonê ye û wiha axivî:

“Mijara serdana Komîsyona parlamentoyê ya Îmraliyê ku Birêz Bahçelî jî îro anî ziman, li gorî biryara ku Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê bide, dê pêkan be.

Desthilata biryardanê ya di vî warî de bi temamî ya Komîsyonê ye, em dê hemû bi hev re li benda biryara ku Komîsyon di vî warî de bide bisekinin.”