Dervîşoglu bersiv da Bahçelî: Wî berdin bila here

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu bersiv da gotinên Devlet Bahçelî yên ku gotibû, “Heke kes neçe ez dê herim Îmraliyê.”

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Bahçelî derbarê pêvajoya çareseriyê got, "Heke ti kes neçe, ez dê sê hevalên xwe bi xwe re bibim û ji bo çûna Îmraliyê û rûniştina li dora maseyê dudiliyê nakim."

“Wî berdin bila here”

Musavat Dervîşoglu bi rêya hesabê xwe yê Xê, bi hevokekê kurt bersiv da Bahçelî û got, “Wî berdin bila here.”

Musavat Dervîşoglu berê jî Devlet Bahçelî ji ber rola wî ya aktîv a di pêvajoya çareseriyê de tohmetbar kiribû û gotibû, “Tu bûyî Îmralî. Dema hûn hebin, pêdivî bi PKKyê nîne.”