Aydin Yucel piştî 31 salan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Aydin Yucel piştî 31 salan ji Girtîgeha Boluyê hat berdan.

Aydin Yucel Adara 1995an li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hatibû destgîrkirin.

Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) cezayê heta hetayê li wî birîbû.

Aydin Yucel îro piştî 31 salan ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Boluyê derket.

Malbat û xizmên wî, li gel nûnerên Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) bi kulîlkan Aydin Yucel pêşwazî kir.

Aydin Yucel di daxuyaniya xwe ya yekem de bal kişand ser hevalên xwe yên di girtîgehê de û got:

"Ez ne kêfxweş im, ji ber ku piraniya hevalên me li hundir in. Li vê girtîgehê cezayên hevalên me dişewitînin.

Hêviya me ew e ku hemû hevalên me bên berdan. Em bawer dikin ku em dê bi ser bikevin."

Aydin Yucel di nava 31 salên zindanîbûna xwe de, li girtîgehên Dîlok, Bursa û Boluyê mabû.