Li Şaredariya Edeneyê operasyon: Gelek kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê operasyona “fesadiya îhaleyê û bertîlê” hat kirin.
Di operasyonê de karmendên şaredariyê jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Li Dijî Tawan Rêxistinî û Qaçaxçîtiyê (KOM) ya Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna fesdiya îhaleyê û bertîlê de serê sibehê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê operasyonek li dar xist.
Tîm ketin avahiya şaredariyê û dest bi lêgerîn û berhevkirina delîlan kirin.
Tîman karmendên şaredariyê jî di nav de gelek kes desteser kirin.
Gumanbarên ku hatin desteserkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Rêveberiya Ewlehiyê.