Rêya Nû rapora xwe pêşkêş kir: Bingeha yasayî ya çekdanînê kêm e

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Rêya Nû (Yenî Yol) ya parlamentoya Tirkiyeyê, rapora xwe ya li ser pêvajoya çareseriyê pêşkêş kir û di rapora xwe de gotiye, “Bingeha yasayî ya çekdanîna PKKyê kêm e”

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan hatibû avakirin, xebatên xwe yên guhdarkirinê temam kirin.

Niha partiyên endamên Komîsyonê yek bi yek raporên xwe pêşkêş dikin.

Koma Rêya Nû jî rapora xwe doh bi raya giştî re parve kir.

"Bingeha yasayî ya çekdanînê kêm e"

Di raporê de hat destnîşankirin ku bingeha yasayî ya çekdanîna PKKyê kêm e.

Koma Partiya Nû xwest ku yasayên nû yên taybet bi pêvajoyê bên derxistin.

Hat xwestin ku ev yasa entegrasyona gerîlayên PKKyê ya bo nav civakê jî li xwe bigirin da ku pirsgirêkên yasayî dernekevin.

Daxwaza rakirina qeyûman

Koma Rêya Nû di raporê de bal kişand ser astengiyên li pêşiya pêvajoyê.

Di vê çarçoveyê de rakirina sîstema qeyûman û kêmkirina dema darizandinê xwest.

Her wiha astengiyên li pêşiya azadiya ramanê hatin ziman û rexne li girtina rojnameger, akademîsyen û welatiyan hat girtin.

"Divê zextên li ser medyayê bi dawî bibin"

Di raporê de behsa azadiya medyayê û rewşa girtiyên nexweş jî hat kirin û wiha hat gotin:

“Divê astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û mafê civîn û xwepêşandanan bên rakirin.

Medya yek ji bingehên civaka demokratîk e. Divê zextên li ser medyayê û darazê bi dawî bibin.

Divê li gorî rewşa wan a tenduristiyê ya girtiyên nexweş sererastkirinên yasayî bên kirin.”

Bicihanîna biryarên DMMEyê

Rêya Nû her wiha daxwaza bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn kir û got, divê pêngavên demokrasiyê bêyî girêdayî pêvajoyê bin bên avêtin.

Di dawiya raporê de daxwaza berfirehkirina erk û desthilata Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hat kirin.