CHP rapora xwe ya pêvajoyê îro radest dike

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) rapora xwe ya di çarçoveya kar û xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de îro pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê dike.

Serokwekîlê Koma CHPê Murat Emîr ragihand ku rapora wan temam bûye û ew dê raporê îro demjimêr 12:00an radestî Serokatiya Parlamentoyê bikin.

CHPyê berê diyar kiribû ku wan rapora xwe di çarçoveya "Pakêta Demokratîkbûnê" de amade kiriye.

Her wiha Koma Partiya Rêya Nû jî doh rapora xwe radest kiribû.

Li aliyê din, AK Partiyê jî eşkere kiriye ku ew dê sibe rapora xwe radest bike.

Doh bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş civîna kordînatorên koman pêk hatibû û rapora hevbeş a partiyan hatibû nîqaşkirin.