DEM Partî dê mîtîngekê li dar bixe: Bahçelî daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Devlet Bahçelî li ser mîtînga ku DEM Partî dê 4ê Kanûna Paşîn a 2026an li Amedê li dar bixe axivî.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir ku divê mîtîng di çarçoveya azadiya derbirîn û ramanê de were kirin û got:
"Bi qenaeta min, ti aliyên nebaş ên mîtînga ku DEM Partî dê 4ê Kanûna Paşîn a 2026an li dar bixe nînin."
Bahçelî her wiha anî ziman:
"Beriya her tiştî divê ez vê bibêjim ku di nav sînorên rewa yên azadiya derbirîn û ramanê de, di çarçoveya hukmên yasa û destûra heyî de mafê her kesî û her partiyeke siyasî heye ku civîn, xwenîşandan û civînên li qada vekirî li dar bixe.
Xwezaya demokrasiyê û prensîbên wê yên giştî di vê mijarê de diyar in û tên zanîn.
Di rewşeke ku CHPyê heta niha 75 mîtîng li dar xistine û partiyên din ên mezin û biçûk li her zevî û platformê civînên salonan an ên li qada vekirî li dar dixin de, lidarxistina mîtîngê ya DEM Partiyê ne mijareke ku bê mezinkirin û bibe mesele.
Bi qenaeta min, ti aliyên nebaş ên mîtînga ku DEM Partî dê 4ê Kanûna Paşîn a 2026an li dar bixe nînin.
Helbet dikarin bicivin û bendewarî, daxwaz û ramanên xwe bînin ziman. Çi di vê de heye?"
"Daxwaza Ocalan a derketina ji girtîgehê nîne"
Bahçelî bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir:
"Ez gavên bi biryar ên DEM Partiyê yên di warê bûyîna partiyeke Tirkiyeyê de dibînim û bi qîmet dibînim.
Lê ez hêvî dikim ku ev jî neyê jibîrkirin; di banga Rêberê Damezirîner ê PKKyê ya 27ê Sibata 2025an de daxwaza derketina ji girtîgehê û gihîştina azadiyê nîne û ev li holê ye.
Ev bang ji bo me yekane tiştê girîng e.
Ji ber vê yekê, ez dibêjim ku helwest û tevgera DEM Partiyê û hemû pêkhateyên rêxistina terorê ya cudaxwaz a li dijî banga 27ê Sibatê, hedefa Tirkiyeya Bêteror têk nebe jî dê hêdî bike.
Bila 4ê Kanûna Paşîn a 2026an bicivin, daxwazên xwe eşkere bikin, tiştekî ku ez ji vê re bibêjim nîne.
Lê belê bila kes banga 27ê Sibatê ji çavan dûr nexe û xizmeta veşartina vê bangê neke.
Bi vê wesîleyê ez silavên xwe bi hesret, hurmet û hezkirin ji birayên xwe yên Diyarbakirî re dişînim.
Bi taybetî ez zerûrî dibînim parve bikim ku barkirina wateyeke awarte li rûdaneke asayî dê ti encaman nede."