Enqere (Rûdaw) - Senatorê Amerîkî Lindsey Graham hevdîtinên xwe li Tirkiyê temam kirin. Piştî hevdîtinan Graham di civîneke çapemeniyê de ragehand ku li gorî dîtina wan YPG baskekî polîtîk ê PKKê ye. Graham di heman demê de got pêwîst e Amerîka xeletiyên xwe yên di dema serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama de dubare neke.
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di serdeme kirîtîk de seredana Enqerê kir û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anî. Graham piştî hevdîtinên xwe jî di derbarê peywendiya YPG û PKK û herwiha hewlên dirustkirina herêmeke aram li rojhilatê çemê Firatê daxuyanîyê dan.
Li gorî şiroveyên hatine kirin daxuyaniyên Lindsey Graham bi dilê Tirkiyê bûn ji ber ku Graham herêma tampon weke pêwistiyekê ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê bi nav dike.
Abdulah Agar ku kesekî pispor e di warê ewlehiyê de dibêje destekî veşartî heye û naxwaze Tirkiye û Amerîka lihev bikin.
Derbarê vê mijarê de pisporê karên ewlehiya Tirkiyê Abdullah Agar ji Rûdawê re wiha got: “Birêz Erdogan û Trump di peywendiyeke telefonî de nêzîkî 3 seatan axivîn û gehiştine biryarekê. Biryar ew bû tekoşîn li dijî bermayiyên DAIŞê û rêxistinên terorî were kirin. Ez bixwe gellek bi hêvî bûm. Wê demê Erdogan daxuyanî da, Trump tiwît avêtin. Lê piştî demeke kurt keşûhewa guherî ji ber ku hindek aliyan guvaşên xwe li ser Trump zêde kirin ku ew ji biryara poşman bibe.”
Serdana Lindsey Graham di heman demê de weke destpêka proseya diyarkirina mekanîzmaya vekişîna leşkerên Amerîkî ji Sûriyê jî tê şirovekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse