Omer Çelîk: Destkeftiyên birayên me yên Kurd cihê kêfxweşiyê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser rûdanên dawî yên li Sûriyeyê û biryarnameya Serokkomar Ehmed Şer a derbarê Kurdan de daxuyanî da û got, “Destkeftiyên birayên me yên Kurd cihê kêfxweşiyê ne.”
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk, garantîkirina mafên yasayî yên welatiyên Kurd ên Sûriyeyê wekî "xaleke werçerxanê ya dîrokî" nirxand.
Çelîk di daxuyaniya xwe de bal kişand ser mafên nasnameya Kurdan û amaje bi madeya yekem a biryarnameyê kir:
"Di biryarnameya ku Serokkomar Şer weşandiye de madeya ‘Welatiyên Kurd ên Sûriyeyî wekî parçeyeke jêneger û jêneveqet a gelê Sûriyeyê tên qebûlkirin û nasnameya wan a çandî û zimanî parçeyeke jêneveqet a nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê ya curbicur û yekgirtî ye’ îfadeya eşkere ya bidawîanîna hemû polîtîkayên red û înkarê yên serdema rejîma Beasê ye ku li dijî birayên me yên Kurd ên Sûriyeyî dihatin meşandin.
Destkeftiyên ku birayên me yên Kurd ên ku bi salan ji aliyê birêvebiriya Esad ve ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatibûn hiştin, li ser bingeha hiqûqê bi dest xistine, cihê kêfxweşiyê ne."
Çelîk her wiha bi bîr anî ku hestiyariya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li ser vê mijarê ne nû ye û got:
"Em careke din bi bîr bînin ku ji dema Serokkomarê me Serokwezîr bû ve, di demên ku rejîma Esad hîn dest bi komkujiyan nekiribû de, di hevdîtinên xwe yên bi Esed re jî bi israr mafên birayên me yên Kurd ên li Sûriyeyê dianî rojevê."
"Dewlet di nav dewletê de nabe"
Çelîk di daxuyaniya xwe de îdia kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gefê li yekîtiya Sûriyeyê dixwe û wiha pê de çû:
"Armanca HSDyê ya tevgera wekî 'dewlet di nav dewletê de û artêş di nav artêşê de', erkek e ku ji aliyê fokusên ku dixwazin xerabiyê hilberînin ve daye wê.
Lê ev yek li dijî rastiyên Sûriyeyê û prensîba 'yek Sûriye û yek artêş' e.
Wekî ku me gelek caran gotiye; dewlet di nav dewletê de û artêş di nav artêşê de nabe.
Hebûna du dewlet û du artêşan li welatekî, şerekî navxweyî ye ku dê xerabiyê ji her kesî re bîne.
Tevgera rêxistinên terorê ya wekî 'dewletokeke paralel' û 'artêşeke paralel' delîl e ku ew amûrên wan odakan in ku hewl didin xerabiyê hilberînin. Kurd, Ereb û Tirkmen ji vê yekê sûdê werbigirin."
Omer Çelîk bal kişand ser girîngiya "Rêkeftina Agirbest û Entegrasyona Tam" a ku ji aliyê Ehmed Şer ve hatiye ragihandin û ev nirxandin kir:
"Ya esas ew e ku bi modeleke civakî, siyasî û destûrî ya berfireh, birayên me yên Ereb, Tirkmen û Kurd, bi hemû endamên dîn û mezheban ve bibin hêmanên wekhev û bi rûmet ên Sûriyeya yekgirtî û tevahî.
Ji bo birayên me yên Kurd ên li Sûriyeyê 'destkeftiya' rastîn, ew nexşerê ye ku bi Peymana 10ê Adarê dest pê kir, bi biryarnameya ku mafan garantî dike berdewam kir û herî dawî bi rêkeftinê hat çarçovekirin.
Kesên ku dagirkeriya rêxistinên terorê wekî 'destkeftî' pênase dikin, dikevin rewşa piştgirên projeyên siyasî yên pîs ku dixwazin wêraniyê bînin serê birayên me yên Kurd û hemû Sûriyeyê."