Ji ber Efrînê 786 kes hatin girtin û desteserkirin

Navenda Nûçeyan - Ji destpêka êrîşên Tirkiyê yên bo ser Efrînê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hinceta “propagandeya terorê” kirine 786 kes hatine dersteserkirin.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ji ber parvekirinên medya civakî 786 kes hatin desteserkirin û girtin.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kir ku ew 786 bi îdîaya ku propagandeya terorê û çalekiyên provokatîf kirine hatine binçavkirin.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser medya civakî 587 propaganda hatin kirin, di bûyeran de 116 provokator hatin tespîtkirin û di encamê de 786 kes hatin desteser kirin û girtin.

 

Di derbarê hezar û 296 hisabên medya civakî lêkolîn hatiye destpêkirin û di derbarê 392 kesan de jî lêpirsînê hatiye kirin.