کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: AA

Wêne: AA

TIRKIYE

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûrî vegeriyan

RÛDAW

RÛDAW

19-02-2023
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW19-02-2023

Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e
TIRKIYE26-11-2026

DEM Partî: Statuya Herêma Kurdistanê encama îradeya gelê Kurd e

Civîna MGKyê bi dawî bû: Rewşa dawî û bipêşketinên pêvajoyê hatin nirxandin
TIRKIYE26-11-2026

Civîna MGKyê bi dawî bû: Rewşa dawî û bipêşketinên pêvajoyê hatin nirxandin

MGKya Tirkiyeyê îro dicive: Çekdanîna PKKyê di rojevê de ye
TIRKIYE26-11-2026

MGKya Tirkiyeyê îro dicive: Çekdanîna PKKyê di rojevê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar got, “Hin aliyên fitneyê îdiayên 'herikîna penaberan li ser sînor' belav kirin. Ev îdia bi tevahî ne rast in. Piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûrî bi dilê xwe vegeriyan warên xwe.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar îro Yekşemê tevî Serfermandarê Tirkiyê Yaşar Guler li ser xeta sînor kontrolên bejahî û esmanî kirin û binkeyên leşkerî yên li ser sînor kontrol kirin.

Hulusî Akar bi daxuyaniyekê ragihand, “Hin aliyên fitneyê îdiayên 'herikîna penaberan li ser sînor' belav kirin. Ev îdia bi tevahî ne rast in. Ne ji deriyê sînor û ne jî ji xeta sînor kes derbas nebûye. Me ji rayedarên pêwendîdar agahî wergirt û li cihê bûyerê lêkolîn kirin.”

Akar anî ziman, “Berovajî îdiaya ku derbasbûneke tund a ji bo Tirkiyê heye, diyar kirin ku welatiyên Sûriyê derbasî welatê xwe dibin, ango ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin. Wan diyar kir ku birayên me yên Sûrî yên ku di erdhejê de malbat û malên xwe winda kirine, bi dildarî vegeriyan warên xwe.”

Hulusî Akar her wiha got, “Piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûrî bi dilê xwe vegeriyan warên xwe. Ji ber vê yekê di çarçoveya agahiyên ku ketine destê me de, ne ji ser sînor û ne jî ji deriyên sînor derbasbûna komî ya ji bo welatê me nayê kirin.”

Pirsên