Roj Gîrasun: Baweriya Kurdan bi sozên hikûmetê nayê

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Giştî yê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun derbarê pêvajoya nû got, “Baweriya Kurdan bi sozên hikûmetê nayê”

Rêvebirê Giştî yê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun bû mêvanê bultena Rûdawê û pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê nirxand.

Gîrasun diyar kir ku pêvajo ne ji bo demokrasiyê lê ji bo ewlehiyê dest pê kiriye û got:

"Ev pêvajo ne ji ber daxwaza demokrasiyê, lê ji ber sedemên derve dest pê kiriye. Heta niha ti gav ji bo razîkirina raya giştî nehatine avêtin."

"Di navbera desthilatê û Kurdan de valahiyeke mezin heye”

Rêvebirê Giştî yê Rawestê bal kişand ser baweriya Kurdan û got:

"Di navbera desthilatê û Kurdan de valahiyeke mezin heye. Baweriya Kurdan bi sozên hikûmetê nayê.

Lê eger gav bên avêtin, Kurd dê piştgiriya pêvajoyê bikin."

"Pêvajoya aştiyê bi pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye”

Gîrasun amaje bi girêdana pêvajoyê ya bi Rojavayê Kurdistanê ve kir û wiha got:

"Pêvajoya aştiyê bi pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye.

Eger tevlîbûna HSDyê ya artêşa Sûriyeyê pêk were, gavên din dê zû werin avêtin.

Çekberdan dê qezenca herî mezin a Kurdan be. Ji ber ku Sedemên ku dewlet daxwazên Kurdan terorîze bikin ji holê radibin.”

“Divê Demîrtaş biaxive”

Wî got divê êdî hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî biaxive û diyar kir:

"Demîrtaş êdî ne tenê aktorekî siyasî ye, ew her wiha bûye lîderekî Kurdan.”

Gîrasun bal kişand ser tirsa desthilata Tirkiyeyê ya ji pêvajoya çareseriyê û got:

“AK Partî ji pêvajoya aştiyê ditirse. Tramwayeke Erdogan a pêvajoya aştiyê heye.

Demokrasî dê rê ji çareserkirina pirsgirêkên Kurdan re veke."