Li 5 bajaran operasyon: 9 ji wan polîs 17 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoya Stenbolê, di çarçoveya lêpirsîna li dijî "rêxistina tawanan a çekdar a Casperan" de, ji bo 9 polîs û 8 karmendên din ên dewletê biryara desteserkirinê da.
Ji bo girtina gumanbaran li gelek bajaran operasyon hatin kirin.
9 polîs bi rêxistinê re têkildar in
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, di çarçoveya lêpirsîna li ser koma "Casperan" de (ku wekî rêxistina tawanan a nifşê nû tê naskirin), belge hatine lêkolînkirin.
Di encama lêkolînan de hat tesbîtkirin ku 9 polîs, katibek û karmendekî gumrikê jî di nav de, bi giştî 17 kes bi vê rêxistinê re têkildar in.
Zanyariyên nehênî dane rêxistinê
Serdozgeriyê bal kişand ser wê yekê ku endamên rêxistinê ji wan gumanbarên peywirdarên dewletê, derbarê lêpirsîn û zanyariyên nehênî de agahî wergirtine.
Operasyon li 5 bajaran hatin kirin
Di vê çarçoveyê de ji bo 17 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.
Îro li parêzgehên Stenbol, Mugla, Gîresûn, Mêrsîn û Şirnexê ji bo girtina gumanbaran operasyon hatin kirin.