Sînan Çiftyurek: Divê DEM Partiyê rapora Komîsyonê red bikira

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sinan Çiftyurekî rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê rexne kir.

Çiftyurek diyar kir ku rapor "Pirsgirêka Kurdan bi perspektîfa terorîzmê dibîne û divê DEM Partiyê ew red bikira."

Sinan Çiftyurek li ser hesabê xwe yê Xê rexne li rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê girtin ku li ser proseya çareseriya Pirsgirêka Kurdan hatiye amadekirin.

"Ti amaje ji bo perwerdeya Kurdî tunin"

Çifyurek diyar kir ku di raporê de ji bo perwerdeya bi Kurdî û guhertina xalên 42 û 66an ên pênaseya welatîbûnê ti amaje tunin.

Çiftyurek ragihand, di raporê de gelek caran behsa biratiya Tirk û Kurdan hatiye kirin û pirsî, "Dema ku Kurd bi fermî neyên naskirin dê çawa ev biratî pêk were?"

Li gorî nêrîna Çiftyurek, divê DEM Partiyê li şûna ku têbînî (şerh) binivîsanda dengê "na" bida raporê.

"Behsa Kurdistanê nayê kirin"

Sînan Çiftyurek di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Hûn çawa dikarin biratiyê xurt bikin eger hûn hebûna wan di destûrê de qebûl nekin?

Di raporê de pir caran behsa 'Dewlet, Ewlehî û Terorîzmê' tê kirin.

Lê behsa Kurdan, welatê wan Kurdistanê û daxwazên siyasî yên gelê Kurd nayê kirin!

Eger rapor, li şûna çareserkirina Pirsgirêka Kurdan, behsa pêvajoyeke 'Tirkiyeya Bêteror' an jî pêvajoyeke 'Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê' bike û eger pêvajoyê tenê wekî meseleya terorîzmê bibîne û mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî tune be, wê demê çi dimîne ku mirov ji raporê re bibêje 'erê'? Tiştek namîne!"