Şanda HDPê bo peyama Ocalan diçe Îmraliyê

 

Navenda Nûçeyan - Şanda Îmraliyê ya pêvajoya çareseriyê ji bo ku peyama rêberê PKKê Ebdullah Ocalan a Newrozê wergire, dê îro biçe girava Îmraliyê.

 

Li gorî ajansên nûçeyan birayar e, şande Îmraliyê ku ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, Îdris Baluken, Sirri Sureya Onder û Hevserokê KCDê Hatip Dîcle û Endama Kongreya Jina Azad (KJA) Ceylan Bagriyanik pêk tê bi îro li girava Îmraliyê Ocalan re bicive.

 

Şande dê peyama Ocalan ya Newrozê ligel xwe bîne ku biryare tê de Ocalan bang li PKKê bike kongreya xwe li dar bixe û biryara çekdanînê bide.

 

Heta niha nediyare ew name dê nivîskî yan jî bi vîdeoyeke bê dayin.

 

Berî niha HDPê xwestibû ku Hikûmeta Tirkiyeyê îsal razî bibe peyama Ocalan ya Newrozê bi vîdeoyê be.

 

Şanda Îmraliyê herî dawî di 13ê vê mehê de çûbû Îmraliyê.