Stenbol (Rûdaw) – Şanda HDPê ji Îmraliyê vegeriya û bi xwe re peyama Ocalan a Newrozê jî anî.
Şanda HDPê, ku ji parlamenterên wê partiyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, Îdrîs Balûken û Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle û endama Kongreya Jina Azad (KJA) Ceylan Bagriyanik pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re çûbû Îmraliyê.
Şanda Îmraliyê piştî ku vegeriya ragihand, wan 4 saetan bi Ocalan re hevdîtin pêk anîne û peyama wî ya Newrozê jî bi xwe re anîne.
Şandê her wiha da zanîn, peyama Ocalan a Newrozê dê roja 21ê Adara îsal li Amedê were xwendin.
Şanda Îmraliyê ti agahiyek li ser naveroka peyama Ocalan eşkere nekir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse