Stasyona metroyê ya Taksîmê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Stasyona metroyê ya Taksîmê bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin.
Stasyona metroyê ya Taksîmê xeta metroya M2 Yenîkapi-Haciosman bi biryara Parêzgariyê bi awayekî demkî hat girtin.
Li gorî biryarê, heta ragihandineke din hemû seferên vê xetê hatine rawestandin.
Divê were gotin ku derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şêwirmendê wî yê çapemeniyê Murat Ongun biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Derbarê rojnameger Îsmaîl Saymaz jî biryara desteserkirinê hat dayîn û polîs li mala wî lêgerînê dikin.
Her wiha hat zanîn ku derbarê 105 kesan biryara desteserkirinê heye.