Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Gel a Komarî (CHP) Selin Sayek Boke diyar kir ku ew wekî partî encama referandumê qebûl nakin û got: “Bila kes guman neke, em dê ji bo vê yekê hemû mafên xwe yên rewa bikar bînin. Dema em behsa her tişt dikin, di nava wan biryaran de vekişandina ji parlamentoyê jî heye û berdewamkirina xebatan jî heye.”
Berdevka CHPê Selin Sayek Boke derbarê encamên referandûma 16ê Nîsanê de daxuyanî da û got: “Îradeya gel hatiye binpêkirin. Sextekarî di referandûmê de hatine kirin. Em encamên vê referandûmê qebûl nakin.”
Selin Sayek Boke anî ziman ku divê referandûm bê dubarekirin û wiha domand: “Em li hemberî wan stûyê xwe xwar nakin. Di vê pêvajoyê de çi bikeve li ser milê CHPê dê pêk bîne.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Boke da xuyakirin: “Bila kes guman neke, emê ji bo vê yekê hemû mafên xwe yên rewa bikar bînin. Dema ku em dibêjin her tişt, di nava wan biryaran de vekişandina ji parlamentoyê jî heye û berdewamkirina xebatan jî heye. Bi salane li Tirkiyê hilbijartina têne kirin. Cara yekemîn e ku di asta netewî û navnetewî de kêmasî derketine.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse