Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji ber îdiayên birina mirovan bo derveyî welat bi rêya pasporên gewr de, li dijî şeş şaredariyan lêpirsîn da destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de tê gotin, “Lêpirsîna ku ji hêla wezareta me ve di 12ê Adarê de têkildarî çûna karmendên nehikûmî bo derveyî welat bi rêya dayîna pasaportan ve hatiye destpêkirin, berfireh dibe.’
Di vê çarçoveyê de, hatiye tesbîtkirin ku şaredariyên Gomeç a Balikesirê, Golbaşî ya Semsûrê, Yeşîlova ya Burdurê, Yerkoy a Yozgatê, Suruç a Rihayê, Korgan a Orduyê, di jêr navnîşana 'pêşandana reqsê (folklor), 'çand gerr e ', 'bernameyên ciwanan', protokoleke hevkariyê li gel rêxistinên nehikûmî pêk anîne û xelk bo derveyî welat veguhastine. Derbarê wan bûyeran de li wezareta me, lêpirsîn daye destpêkirin.
Derketibû holê ku Şaredariya Yeşîlyurt a Meletiyê li Bakurê Kurdistanê 45 kes bo semînarekê biribûne Almanyayê ku tenê du kes ji wan vegeriyabûn.
Li Elezîzê jî heman rewş çêbûbû û ji 48 kesên ku Şaredariya Navçeua Akçadîzê ew şandibûn Almanyayê, tenê 3 kes vegeriyabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse