YSK: HDP nikare di komîsyona sindoqan de cih bigire

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK) biryar da ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku biryara tevlenebûna hilbijartinê dabû, nikare di komîsyona sindoqan de cih bigire. Li gor biryara YSKê, Komîsyonên Hilbijartinê yên Navçeyan dê li ser kotayên ji ber HDPê valabûne biryarê bidin.

Partiya Tevgera Neteweperst (MHP) serî li YSKê dabû ku divê HDPê di di komîsyona sindoqan de cîh negire ji ber ku ew dê ji lîsteyên Partîya Çep a Kesk (YSP) bikeve hilbijartinê. MHPê gotibû bi beşdarnebûna HDPê ya hilbijartinê, divê ew partî nikaribe di hilbijartinên 14ê Gulanê de beşdarî komîteyên sindoqan bibe.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê bi piraniya dengan, serlêdana MHPê qebûl kir û biryar da ku HDPe nikare beşdarî komîteyên sindoqan bibe ji ber ku ew bi navê xwe nakeve hilbijartinê.

Li Tirkiyê li gor yasaya partiyên siyasî, nûnerên 3 partîyên siyasî yên ku herî zêde deng wergirtine, dikarin beşdarî komîteyên sindoqan bibin. AK Partî, CHP û HDP di Hilbijartina Giştî ya 24ê Hezîrana 2018an de hersê partiyên pêşîn bûn û karîbûn di komîteyên sindoqan de xwedî nûner bin.

Li gor biryara YSKê, Komîsyonên Hilbijartinê yên Navçeyan dê têkildarî cihên ji ber HDPê valabûne biryarê bidin.

MHP di Hilbijartina Giştî ya 24ê Hezîrana 2018an de partiya çarem bû ku herî zêde deng wergirtibû, lewma eger heye ku nûnerên wê, kotayên ji HDPê vala bûne tejî bikin.