Saziya Keşnasiyê hişyariya baranê da
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku pileya germahiyê dê 3 heta 5 pileyan dakeve û li 20 parêzgehan jî baran bibare.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li parêzgehên Erzirom, Bedlîs, Xarpêt û Wanê yên Bakurê Kurdistanê û 16 parêzgehên Tirkiyeyê baran dibare û divê ji ber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Hat diyarkirin ku li rojavayê Tirkiyê pileya germahiyê 3 heta 5 pileyan kêm dibe lê li herêmên din ti guherîn nînin.
Her wiha hat pêşbînîkirin ku dem bi dem mij û moran jî çêbibe û di çûn û hatinê de bibe sedema zehmetiyan.
Hefteya borî pêleke sir û seqemê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dabû ber xwe û zerereke zêde gihiştibû çandiniyê.